Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Kes di Îzdîhama Kevirkirina Îblîs de li Mekke Hatin Kuştin


Karbidestên Erebistana Saudî dibêjin, jiber qalabalixa mezin herî kêm 310 hecî li Mekke hatin kuştin, bi kêmî ve 450 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer îro Pêncşemê li devera Mina ya Mekke qewimî ku şenîyeke mezin jibo kevirkirina îblîs lê kom bûbûn.

Hikûmeta Saudî ji ser Twitter ew felaket ragihand û wêneyên ji cîhê bûyerê belav kirin ku tîmên hawarçûnê hewil didin ku qurbanîyan rizgar bikin.

Di nav 25 salên dawî de pir caran bûyerên wiha çêbûn û gelek kes jîyana xwe ji dest dan jiber ku girseyên mezin li wê derê dicivin ku îblîs kevir bikin. Karbidestên Saudî ragihand ku îsal dora 2 mîlyon kes tev li kevirkirina îblîs bûn.

XS
SM
MD
LG