Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş Xebatên Xwe yên Hilbijartinê li Stenbolê Didomîne


Hevserokê HDP’ê Demîrtaş li Aksaray, Stenbol mîtîngeke girseyî pêk anî
Hevserokê HDP’ê Demîrtaş li Aksaray, Stenbol mîtîngeke girseyî pêk anî

Li Tirkîyê bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên parlamenê re 4 partîyên sereke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijêran razî bikin, di nav pêşbazîyeke xurt de ne.

Di prosesa hilbijartinê de, nîqaş û nirxandinên herî zêde li ser HDP’ê têne kirin ku partîya çaremîn e û di pêvajoya aştîyê ya pirsa Kurd de jî xwedî roleke mezin e. Hewla HDP'ê ya derbasbûna benda sedî 10 ya hilbijartinê, di bîragiştî ya Tirkîyê de cîhekî fireh digire.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi xwe berbijarê Stenbolê yê parlamenterîyê ye, rojên dawî piranîya dema xwe bi ger û danûstandinên li vî bajarî didomîne.

Demîrtaş roja Sêşemê li ber Metroya Aksaray a Stenbolê ku yek ji navendên herî qerebalix yên bajêr e derket pêşberî gel û rexneyên tund li hikûmeta AKP’ê û Erdogan kirin.

Kesên beşdarî hevdîtin û bernameyên Demîrtaş dibin, wî wek sîyasetvanekî jêhatî dinirxînin û hêvîyên xwe bi serkeftina hilbijartinê ve girê didin.

Karkerê tekstîlê Hecî Mûrat, ciwanekî bi navê Zafer Erdal, dayikeke Kurd Çîçek û helbestvan Şivan Zeren hêst û nêrînên xwe ligel me parve kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, rapirsînên hilbijartinan jî êdî zêdebûna rêjeya dengên HDP’ê piştrast dikin.

Pisporên sîyasî dibêjin, wê serkeftina HDP’ê bibe sedema şikestineke mezin ji AKP’ê re, jiber ku hem hem rê li ber sîstema seroktîyê bigire, hem jî hevsengîya li parlamenê biguherîne.

ST_5_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00
Direct link


Kerem kin li vê vîdyoya ji mîtînga birêz Demîrtaş temaşe bikin:

Hevserokê HDP Demîrtaş li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG