Ev çend roj in li bajarê Hesekê pevçûn di navbera hêzên girêdayî Beşar Esad û hêzên Kurdî dom dikirin.
Tevî ku do û îro aramîyek hebe jî jimareke endamên Asayîş, YPG û sîvîlên Kurd di wan pevçûnan de hatin kuştin.
Rojnamevan Mihemed Hesen çû bajarê Hesekê ku rewşa li erdê ji nêzîk ve bişopîne. Me jî peywendî bi wî re kir ku bizanin li wî bajarî rewş çawa ye.
Birêz Hesen dibêje, niha aramî li Hesekî heye û YPG û Asayîş gelek deverên bajêr xistine bin kontrola xwe.
Hesen agahîyeke balkêş dide ku hêzên taybet yên Îranî li Hesekê di kelêka hêzên ser bi rejîmê ve şerê Kurdan dikin û armanca wan jî derxistine şerekî nijadî ye.