Şemî, 01 Meha Yazde, 2014 Demê Xwecihî 09:51

Herêmên Kurdan

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan bi 70 Parlamenterên Herêmê re Dicive

x
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan roja Pêncşemê, bi 70 parlamenterên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên herêmê re, herwiha şaredar û serokbajarên partîya xwe re kom dibe.

Di civînê de rewşa dawî ya pirsa Kurd, polîtîkaya AKP’ê ya ser Kurdan û zirxa rakirina parlamenterên BDP’ê werin nîqaş kirin.

Parlamenterê AKP’ê yê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu jî sibê beşdarê civînê dibe. Birêz Ensarîoglu ji Dengê Amerîka re got “Me di civîna berê de li ser mijara destnedayînê nîqaşên berfireh kirin”.

Birêz Ensarîoglu bi berdewam got, “Di heman civînê de jibo ku hizir û daxwazên herêmê ya di derbarê rewşa dawî a pirsgirêka Kurd de hîn bikin, me ji serokwezîr daxwaza  civînêk cihê kir. Emê sibê kom bibin û ezê jî li ser rewşa dawî hizir û nêrînên xwe bi serokwezîr re parve bikim. “

HK_12_12_12
HK_12_12_12i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd-Connection-Oct-28i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
29.10.2014 01:03
kurd-connection-oct-28