Endama Desteya Rêvebirîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) Îlham Ahmed, ku jibo beşdarîya çend bernameyan li Stenbolê bû, li ser babetên rojevê yên têkildarî rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê peyivî.
Ahmed rexne li ENKS’ê dike ku hincetan tînin pêş û di rêvebirîya kantonan de cîh nagirin.
“ENKS’ê bi hinceta betalnekirina hilbijartinan di rêvebirîya Xweserîya Demokratîk de cî negirt. Wan li ser mudaxale û berjewendîyên hêzên herêmî danûstandinên bi me re dane sekinandin. Hem ji me re gotin, hilbijartinan taloq bikin, hem jî ti misogerî jibo beşdarbûna hilbijartinan nedan me.”
Xanim Ahmed jibo pirs û nîqaşên ser rêvebirîya Xweserîya Demokratîk û daxwazên federalîyê nêrîna TEVDEM’ê tîne ziman û sîstema xweserî wek sîtema herî baş nav dike.
"Fedaralîzm parçeyeke girêdayî dewletê û hikûmeta navendî ye. Jibo wê jî xweserî sîstemeke pêşdetir e ku dikare biryarên xwe bi referandumê bistîne.”
Xanim Ahmed amadekarîyên Cenevre 3’yê dinirxîne û wiha dibêje:
“Her cara ku behsa Cenevê dibe şer gurtir dibe. Li Ceneva 3 tê xwestin ku li gelê Sûrîyê guhdar bikin û daxwazên wan bi cî bînin.”