Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Operasyona Dijî DAIŞ, Firokên Amerîkî Digihejin Bingeha Încîrlîk


Firoreke bêmirov li Încîrlîk
Firoreke bêmirov li Încîrlîk

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu dibêje, hatina drone û firokên Amerîkî ji Bingeha Leşkerî ya Încîrlîk re destpê kir.

Cavusoglu got, wê Tirkîye û Amerîka di demeke nêzîk de şerekî berfireh li hamber DAIŞ destpê bikin da ku rê li ber hêzên opozîsyona nermrê ya li Sûrîyê vekin ku dijî DAIŞê şer dikin.

Cavusoglu ew gotinên xwe li Malezya kirin ku wî di hilcivîneke herêmî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka li wî welatî kom bûbû.

Tirkîye meha borî biryar da ku bihêle hêzên Amerîkî Bingeha Încîrlîk ya nêzîkî sînorê Sûrîyê kar bîne.

XS
SM
MD
LG