Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve Nêzîkî Rêkeftineke ligel Îranê ne


Wezîrên derve yên Îran û şeş welatên sereke yên cîhanê îro Duşemê li Vîyana civîyan, jibo bigihêjin rêkeftina dawî ya programa Îranî ya navokî. Ev yek tê, rojekê berî qedandina dema destnîşankirî.

Diplomatan destnîşan kiriye ku di nav herdu aliyan de pêşketin û pêdivî heye, jibo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî.

Ew hewil didin ku çalakiyên Îran yên navokî sînor bikin, li hember wê yekê, ewê hinek cezayên aborî ji Tehranê werin hilanîn.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf derengî Yekşemê ji rojnamevanan re got ku cudahî hîn dimînin û her du alî hewilên xwe didin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî roja Yekşemê got, li vê dema ew ligel Zarîf hevbîr e ku rêkeftin gelekî nêzîk bûye, lê wî pênasînê kir ku pirsgirêkên asê hîn hene.

Birêz Kerry got, “em hîn xilas nebûne. Ez wê yekê tekez dikin.”

Kerry û Zarîf roja Yekşemê çend caran kom bûn da ku prosesa hilanîna cezayên ser Îranê gotûbêj bikin.

Wan herwiha meseleya vekolîneke NY derbarê ka gelo Îranê berê hewil dida ku çekên navokî bidest bixe, nîqaş kir.

Hinek jêderan ji Dengê Amerîka re got ku Îran û koma ku Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya tê de ne, li ser pirsgirêka cezayên aborî giheştine rêkeftineke demkî, lê wezîrên beşdar divê erêkirina xwe bidin.

XS
SM
MD
LG