Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Dibêjin Nasnameya Jihadi John Eşkere Bû


Raportên medyayê dibêjin, mîlîtanên Dewleta Îslamî yê bi rûberk, ku di jimareke vîdyo de dîlan serjê dikir, hemwelatîyê Brîtanî yê bi navê Mohammed Emwazi ye.

Emwazi di medya civakî de pirtir bi navê Jihadi John anku Johnê Cîhadî tê nasîn.

Raport dîyar dikin ku hevalên Emwazi gotine ku ew kesê bêjinbilind û bi zaravayê Londonê dipeyîve, Mohammed Emwazi ye û di zanîngehê de beşa pisporîya kompîterê qedandiye.

Tê ragihandin ku Emwazi li Kuweytê hate dinê û kurê malbateke pola navîn yê Misilman e ku li Londonê dijîn.

Hevalên wî dibêjin, piştî ku serdana Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn kir, nêrînên wî guherîn û ew bû kesekî tundrê.

XS
SM
MD
LG