Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Bang li Hîndistanê Dike ku Cezayê Îdamê Rawestîne


Hindîstanî îdamkirina Mihemed Ajmal Kasab pîroz dikin
Hindîstanî îdamkirina Mihemed Ajmal Kasab pîroz dikin
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan anku Human Rights Watch bang li Hîndistanê dike ku demûdest cezayê darvekirin anku îdamê rawestîne.

Ev bang hate kirin, piştî ku Hîndistanê êrîşbirê Pakistanî îdam kir ku tenê kesê ji êrîşên sala 2008’ê li Mumbai bû.

Rêxistina Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ku bingeha wê li New York’ê ye, di daxuyanîyeke xwe de roja Pêncşemê got ku sêdarkirina Mihemed Ajmal Kasab ya vê hefteyê “dûmahîyeke xemgîn bû jibo dawîhatina qanûna qedexekirina îdamê.

Human Rights Watch herwiha dîyar kir ku ew bitar gaveke ber bi paşvebû, jibo sîstema dadwerîyê li Hîndistanê.”

Çavdêrîya Mafên Mirovan bang li Hîndistanê kir ku ber bi qedexekirina cezayê îdamê gaveke lezgîn bavêje.

Kasab û neh kesên din yên Pakistanî li sala 2008’ê êrîş biribûn ser otel, navendeke Cihûyan û îstasyoneke trenê li paytaxta Hîndistanê ya aborî, Mumbai.

Di encama wê êrîşa çekdar de 166 kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG