Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry bo Merasîma Bilinkirina Ala Amerîkî li Havana ye


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înê çû paytaxta Kuba Havana ku di merasîma bilindkirina ala Amerîkî li balyozxaneya Havana de amade be.

Kerry got ku îro rojeke dîrokî ye jiber ku astengîyên heyî radike û pêşî li derfetên nû vedike. Wî got, ew li balyozaneya Amerîkî ya li Havana, xwe wekî li mala xwe be hês dike.

Di merasîmê de şenîyeke ji karbidestên hikûmetê û hemwelatîyên Kubayî amade bûn û marşên netewî ya her du welatan hatin strandin.

Hêjayî gotinê ye, Kerry yekemîn wezîrê derve ye Amerîkî ye ku ji sala 1945an vir ve seredana Kuba dike.

XS
SM
MD
LG