Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Mijara 4 Amerîkîyên Girtî Hemî Civînên ligel Îranê de Hate Rojevê


Wêneyeke ajanê berê yê FBI Robert Levinson
Wêneyeke ajanê berê yê FBI Robert Levinson

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, wan mijara 4 Amerîkîyên ku li Îranê girtî ne, di her civîna navokî ya Vîyana de anî rojevê.

Kerry ji NBC re got "mîtîngek tunebû ku me ew babeta hemwelatîyên Amerîkî yên li Îranê girtî nehat rojevê.

Kerry dîyar kir ku ew mijar di civîna herî dawî ya ligel Cevad Zarif de, berî ragihandina rêkeftina navokî ya dîrokî jî hate rojevê.

"Em pir pir hêvîdar in ku Îran wê biryara rast bide û hemwelatîyên Amerîkî vegerîne malê," Kerry got.

3 hemwelatîyên Amerîkî nûçegîhanê Washington Post Jason Rezaian, endamê berê yê hêzn Marine Amir Hekmati û metranê Krîstîyan Saeed Abedini li Îranê de zindankirî ne.

Ajanê berê yê FBI Robert Levinson jî di sala 2007’an de li Îranê hinda bû û heta niha nayê zanîn ku ew li ku ye û çi hatiye serê wî.

XS
SM
MD
LG