Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Malî Dest ji Posta Xwe Berda


Şêx Modîbo Dîyara.
Şêx Modîbo Dîyara.
Serokwezîrê Malî Şêx Modîbo Dîyara dest ji posta xwe berda, çend demjimêran piştî ji layê leşkeran ve hate binçavkirin dema bizav dikir ku biçe derveyî welatî.

Di peyameke kurt a televizyonî de, birêz Dîyara sedemên dest ji kar berdana xwe eşkere nekir. Lê belê wî got ku ew bo xatra aştîyê dest ji posta xwe berdide.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, peyvdarê artêşa Malî Bakarî Marîko got ku pêdivî bû ku birêz Dîyara li posta xwe nemîne çunkî ew bibû asteng li pêş karên dewletê.

Marîko herwiha got ku birêz Dîyara û serokê demkî Dîyonkunda Tirawrî hemû caran yek helwêst nebûn.
XS
SM
MD
LG