Li gor ajansa AFP, çekdarên ku oteleke luks xistine bin kontrola xwe hinek ji 170 rehîneyan berdane.
AFP radigihîne ku 2 jin hatin azad kirin. Reuters jî radigihîne ku çekdaran dîlên ku karîbûn ayetên Quranê bixwînin, serbest kirine.
Karbidestên Malîyî dibêjin, hêzên Neteweyên Yekbûyî û Malîyî otel dorpeç kirine û rêyên ku digihejin otelê hemî xistin bin kontrola xwe.
Demûdest dîyar nebû ku kesek ji rehîneyan birîndar yan kuştî ne.