Nûnerên partîyên Kurdên Sûrîyê daxwaza sîstemeke federalî û avakirina hêzeka yekgirtî ya Kurdî li Sûrîyê dikin.
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Mihemedê Mûsê Sekretêrê Partîya Çep a Kurdî li Sûrîyê derbarê derencamên civîna nûnerên partîyên Kurdî li Hewlêrê dipeyive.
Birêz Mihemedê Mûsê dibêje ku “em dewletek federalî li Sûrîyê dixwazin û federalîya Kurdî divê bê parastin. Desthilateke navendî nema bikare hemû pêkhatên civaka Sûrî hukim bike.”
Sîyasetvanê Kurd herwiha got ku “di alîyê leşkerî de, çênabe zêdeyî hêzekî di rojavaya Kurdistanê de hebe.”
Derbarê pêşeroja Sûrîyê, birêz Mihemedê Mûsê got ku “wê astengî gelek hebin, ji layê sofînîya Erebî û Îslamîyên tundrê ve.”