Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biratîya Misilman Banga Piştgirîya Serokê Misirê Mihemed Morsî Dike


Biratîya Misilman banga piştgirîya Serokê Misirê Mihemed Morsî kir, li vê demê ku xwenîşandêrên dijî wî li Meydana Tahrîr û li pêş qesra seroktîyê xwepêşandanên xwe didomînin.

Gruba Îslamî îro Çarşemê bang li piştevanên xwe kir ku li pêş qesra seroktîyê kom bin ku piştgirî bidin serok.

Biratîya Misilman îdîa dike ku dijberên Morsî hewil didin ku “nêrînên xwe bi zorê li ser wî bidin qebul kirin”.

Hevdem, çend rêberên opozîsyonê soz didin ku dest ji xwepêşandnaê bernedin, heta ku Morsî biryara herî dawî pûç bike.

Morsî, bi wê biryarê desthilateke bê dawî dabû xwe ku sîstema dadwerîyê jî nema dikare pêdaçûnê bi desthilata wî bike.
XS
SM
MD
LG