Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştî û Birîndarên Erdheja Nepalê Zêde Dibe


Li Nepal îro paşnîvro erdhejeke hêzdar qewimî û rewşa dijwar ya ser erdê xirabtir bû.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (International Organization for Migration) ragihand ku 41 kes li bajarokê Chautara hatin kuştin, pirtir jî 1100 kes birîndar bûn û jimareke avahî jî hilweşîyan.

Karbidest dibîjin hêza erdhejê 7.3 , navenda wê jî 80 km rojhilata paytaxt Kathmandu ye.

Karbidestan herwiha dîyar kir ku di nav seeteke de şeş erdhejên dûhev qewimîn.

Di erdheja 25'ê Nîsanê de pirtir jî 8,000 kes miribûn û bi hezaran kesên din jî bê mal mabûn.

XS
SM
MD
LG