Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Krîza Penaberan li Ewrupa Hişyarî Dide


Di vê demê de ku penaber berdewam tên Ewrupa, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî îro Sêşemê hişyarî li ser kêşeya penaberna li wê parzemînê dide.

Berdevkê ajansa mirovahî ya NY Adrian Edwards dibêje, Ewrupa nêzîkî krîzeke mirovahî ya destçêkirî bûye jiber ku hikûmetan nikarin bi hevkarî çareserî ji hatina penaberan re bibînin û şûna wê, tedbîrên ser sînor tundtir dikin.

Edwards got, îsal heta niha pirtir jî 130,000 kes Derya Spî derbaz kirin ku piranîya wan ji ser Yunanistanê xwe gîhandin Ewrupa û ew hejmar ji ya sala borî zêdetir e.

XS
SM
MD
LG