Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Rêberên Kendavê bi Rojava Îran, Sûrîye û Yemenê Dicivin


Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê li dervayê Washingtonê ligel karbidestên bilind yên şeş welatên Kendavê dicive.

Di hilcivînê mijarên ser Rojhilata Navîn yên wek peymana navokî ya bi Îranê, şerên li Îraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê jî bi firehî bêne nirxandin.

Hevdîtinên îro li Camp David ya li bakurê paytaxt Washintronê berdewam dikin.

Serok Obama di vekirina hilcivînê de şeva Çarşemê li Qesra Spî got ku ev demeke gelek kêşebar e li herêma Kendavê.

Melîkê Erebistana Saudî Salman ragihandibû ku ew beşdarî hilcivînê nabe, jiber îhtîmala pêkanîna rêkeftine ligel Îranê.

Erebistana Saudî û welatên Kendavê di xemê de ne ku peymeneke ligel Îranê hêza wê li herêmê xurtir bike û ewlehîya wan bêxe nav xeterê.

XS
SM
MD
LG