Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OPCW Xema Xwe li Ser Îdiayên Çekên Kîmyayî Dîyar Dike


Hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê li cîhê gaza kîmyayî ne
Hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê li cîhê gaza kîmyayî ne

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) îro duşemê xema xwe dîyar dike ku mîlîtanên Dewleta Îslamî çekên kîmyayî li hember pêşmergeyan kar anîye.

"Raportên vê dawîyê, ku dibêjin reng e çekên kîmyayî ji alîyê aktorên ne-dewletî ve li Îraqe hatiye xebitandin fikareke pir mezin e," rexistina bingeh li Denhag a Hollanda ye.

Wezareta berevanî ya Almanî hefeya borî ragihandibû ku hêzên Kurdî ku li bakurê Îraqê dijî DAIŞ şer dikin, rastî êrîşa kîmyayî hatine.

Berdevkekî wezaretê dabû zanîn ku li başûrê rojavayê Hewlêrê êrîşeke kîmyayî çêbûye û jimareke şervanên Kurd jiber bandora gaza kîmyayî nexweş ketine.

Karbidestên Amerîkî jî gotibûn ku îdiayên çekên kîmyayî pir cidî ne. Rojnameya WSJ ji zarê hîn karbidestan ragihandibû ku bi bawerîya wan gaza xardal (mustard gas) hatiye xebitandin û ew li Sûrîyê hatiye peyda kirin.

XS
SM
MD
LG