Papa Francis di serdaneke sê rojan de giheşte Tirkîyê ku ligel civata Krîstîyan ya wî welatî re kom bibe û peyamên dostanî bide cîhana Misilman.
Tê çaverê kirin ku Papa Francis do axaftina xwe de tundîya li ser navê Xudê red bike û piştgirîya xwe jibo Mesîhî û kêmanîyên din yên olî ragihîne ku jiber êrîşên hember wan cîh û warên xwe terkandine.
Di serdana xwe de Papa herwiha serdana penaberên Sûrî jî bike ku jiber şerê berdewam li welatê wan hatine Tirkîyê û li jimareke kampên penaberan dimînin.
Hêjayî gotinê ye yek ji sedê nîfûsa Tirkîyê ji Krîstîyanan pêk tê û Papa Francis di serdana xwe de ligel rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Ortadoks Bartholomew I hevdîtinekê bike.