Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandana Kurdan ya Parîsê de Pevçûn Derket


Kurdish protest in Paris
Kurdish protest in Paris

Ajansa AP radigihîne ku pevçûn di navbera polîsên Fransî û xwepêşanderên Kurd li Parîsê derketin, piştî girseya Kurd bo şermezarkirina Tirkîyê, li pêş balyozxaneya wê civîbûn.

Bi dehan Kurd li pêş balyozxanê kom bûn ku operasyonên leşkerî yên hikûmeta Tirkîyê li hember mîlîtanên Kurd şermezar bikin.

Do şev kanala dewleta Tirk TRT ragihandibû ku 60 “terorîst” di bin binê avahîyekê de, li Cizîrê hatine kuştin û ew bû nerazîbûna tund ya Kurdan, bi sedema ku kesên sîvîl yên birîndar hatine kuştin.

Piştî belavbûna wê nûçeyê, ji alîyê Kurdan ve gelek xwepêşandan li seranser cîhanê tên kirin ku operasyonên berdewam şermezar bikin.

XS
SM
MD
LG