Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qasim Şeşo Daxwaza Çekên Giran jibo Ezîdîyan Dike


Şervanên Êzîdî li kampeke Qamişlo ji alîyê YPG ve têne hîn kirin
Şervanên Êzîdî li kampeke Qamişlo ji alîyê YPG ve têne hîn kirin

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de Qasim Şeşo, yek ji rêberên hêzên Êzîdî li ser rewşa Şengalê agahîyên girîng dide.

Birêz Şeşo dibêje bi sedan xortên Êzîdî li herêmê ne û hewil didin ku tola xuşk û birayên xwe ji DAÎŞê rakin.

"Em hez dikin şerê DAÎŞa hov bikin, lê çekên me tune. Em ji Amerîka û civata navnetewî dixwazin ku çekên pêşketî bidin me."

Şeşo dibêje, ew ne fermandarê hêzên pêşmerge ye, lê wek mirovekî Êzîdî li Çîyayê Şengalê ye û hewil dide ku axa xwe biparêze.

"Ez tenê xizmetkarê Êzdîxanê me û armanca me, ligel van xortana, ev e ku em şerefa xwe biparêzin."

Li ser probleman bi YPG re jî, Şeşo dîyar dike ti problem nemane û her tişt çareser bûye.

"Kesekî ne girîng hîn tiştên xelet kirin. Lê, bi hatina birêz Zekî Şengalî û hevalên din ew şaşfemkirin hate çareser kirin."

Qasim_Şeşo_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:41 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG