Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mesud Hamîd: Rapora RSF ya ser Rojava Sîyasî ye


Rêxistina 'Rojnamevanên Bê Sînor' (RSF) hefteya borî raporteke ser rewşa azadîya ragihandinê li Rojava weşandibû.
RSF di raporta bi navê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” de rexneyên tund li PYD û çend sazîyên din dikir ku zext û giwaştinên ser rojnamevanên rake û rêzê li azadîya wergirtina nûçeyan bigire.

Hem li Rojava û hem jî di medya civakî de, taybetî li ser Twitter’ê, rexne û nerazîbûnên tund ji wê raportê re tên ku yek alî ye û cîh nedaye sazîyên ku navê wan tê de derbaz dibe.


RSF îdîa dikir ku PYD û piştevanên wê, nûçevanên dijber digirin û wan direvînin da ku wan bêdeng bikin û çavê nûçegîhanên din bitirsînin.


Rojnamevan Mesud Hamîd, ku berpirsê sazîya Nûdem’ê ye, ji Dengê Amerîka re dibêje, ew raport ne profosyonel e û bi awayekî sîyasî hatiye nivîsîn.

“Ew rapor dûrî rastîya rewşa Rojava ya giştî ye. Tevî ku kêmahî li Rojava hebin, Asayîş kêmahî dikin, partîyên sîyasî tev kêmahî dikin, lê rewş ne wek rengê ku RSF nivîsiye.”

Hamîd dîyar dike ku rapora RSF ew raporek wek raporeke sîyasî nivîsiye, ne wek raporeke rojnamevanî .

“Wek rojnamevanekî û wekî kesekî ku ew rapor xweşik xwendiye, dikarim bêjim ku bi vê raportê dixwazin Rojava hinekî biêşînin rastî, di alîyê sîyasî û di alîyê rojnamevanî de.”

Rojnamevan Hamîd bi zelalî red dike ku wî raporta RSF nivîsiye.

”Bi awayekî xelet navê min wek amadekarê wê raporê derbaz bû jiber ku orta min wê rêxistinê baş e, lê ne rast e. Qet peywendîya min bi wê raporê tuneye. Ew rapor, raporeke sîyasî ye û ku ez tiştekî wiha binivîsim ezê li ser bingeha rojnamevanîyê binivîsim.”


please wait

No media source currently available

0:00 0:07:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG