Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Bahoza Sandy 33 Kes li Amerîkayê Mirin


Burnt bushes smolder after a fire in Taman Bukit Melawati park in Kuala Lumpur, Malaysia.
Burnt bushes smolder after a fire in Taman Bukit Melawati park in Kuala Lumpur, Malaysia.
Bi sedema bahoza Sandy û lehîya piştî bahozê, bi kêmî ve 33 kes li rojhilata Amerîkayê mirin.

Serok Barack Obama roja Sêşemê rewşa wîlayeta New York wek “karesateke mezin” bi nav kir, piştî tunel û şeqamên bajarê New York di bin avê de man û piranîya xelkê wî bajarî bêy elektrîk in.

Di seranserê rojhilata Amerîkayê de pitir ji şeş milyon mal bêy elektrîk in.

Piranîya qurbanîyan di qezaya trafîkê û ketina darî hatin kuştin.

Roja Sêşemê jî dibistan û zanîngeh li wîlayetên rojhilta Amerîkayê û Washington a paytext hatîne girtin û zmetên metro, trên û otombosan hatîne ragirtin.

XS
SM
MD
LG