Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîd Serbaz: Daiş Bi Hawan û Katyuşa Êrîşî Şengalê Dike


Emîd Serbaz Heme Emîn, berpirsê fewca 2 Lîwa 8, rojhilatê Şengsal.
Emîd Serbaz Heme Emîn, berpirsê fewca 2 Lîwa 8, rojhilatê Şengsal.

Çekdarên Daişê li herêmên dewruberên bajarê Mosil êrîşên xwe liser enyên şer li dij hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê zêde kirine, bi taybet piştî behsa amadekariyên rizgarkirina Mosilê tê kirin.

Roja Çarşemê 9î Adarê, çekdarên Daiş li eniya Şengalê bi hawan û Katyuşan êrîşî bajarê Şengalê kirin.

Emîd Serbaz Heme Emîn, fermandarê Fewca 2 yê Lîwa 8 ya hêzên Pêşmergên herêma Kurdistnaê, li rojhilatê Şengalê, jibo Dengê Amerîka pişka kurdî da xuyakirin ku, Daiş dixwaze bide famkirin ku, ew ne bêçarene, roj bi roj êrîşan dikin ser hêzên Pêşmergan, da ku bidin xuyakirin ew hêjî bihêz in.

Emîd Serbaz herwiha dibêje, bi hawan û katyuşan êrîş anîne ser hind herêmên nêzîk Şengalê, di hin êrîşan rojên derbasbûyî de, madên jehrîn yên weke gaza klorin bikar anîne, Serabz dîsan got, xelkê nava bajarê Mosil gelek ji çekdarên Daişê dil giran bûne û daxwaz dikin da ku, ew ji nav destên Daişê bihên rizgar kirin û bajarê Mosil ji çekdraên wan bihê paqij kirin.

Hevpeyvina bi Emîd Serbaz Heme Emîn re guhdarî bike.

XS
SM
MD
LG