Duşem, 22 Meha Diwazde, 2014 Demê Xwecihî 11:22

Herêmên Kurdan

Nivîskar Işik: Dadgeh Çareyekê jibo Min Nabîne

x
Doza dadgehkirina nivîskar û rexnegirê edebîyata Kurdî Alî Fikrî Işık, ku redkirina xwe ya wijdanî ya neçûna leşkerîya li Tirkîyê ragihandibû, berdewam dike.

Nivîskar Işik, 19’ê vê mehê anku roja Çarşemê jinûve derdikeve pêş dadgehê ku hem jiber parastina bi Kurdî, hem jî jiber nebûna qanûna redawijdanî li Tirkîyê, hêvî nake çareserîyek ji rewşa wî re were dîtin.

Birêz Işik, ji Dengê Amerîka re dibêje, li welatê min şer hîna berdewam e û neheqîyeke dîrokî li gelê Kurd tê kirin ku ev jî sedema bingehîn ya redkirina wî ya neçûna leşkerîyê ye.

Ew, dide zanîn ku dadgehkirina wî niha xetîmîye ku dadwer jî ti çareyekê ji rewşa wî re nabînin.

Alî Fikrî Işik, li ser helwesta nebaş ya bijîşkên nexweşxanê û dadwerên dadgehê jî bibîr dixe ku îhtîmal heye jiber xweparastina bi Kurdî, li hemberê wî bi rikeberî tevdigerin.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...    
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 19 DEC 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
19.12.2014 22:24