Çarşem, 23 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 06:03

Tirkîye

Raporta Taybet ser Berdana 13 Xwendekarên Zanîngehê yên Kurd

x
— Li Tirkîyê, 13 xwendekarên Zanîngeha Tib’ê yên jiber doza endamtîya Koma Civakên Kurdistan (KCK), ji 6’ê meha Hezîranê ve li girtîgehê bûn, do êvarê hatin berdan.

Rûniştina dadgehkirina 43 xwendekarên xwendegehên bijîşkî û saxlemîyê, do Çarşemê li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqere'yê ya 13’an pêk hat.

Dadwer, daxwazên hin xwendekaran ku xwestin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin red kir, bi sedema ku ew dikarin bi Tirkî xwe îfade bikin.

Bavê xwendekar Özgür Mert, Reşît Bakan berdana hemî xwendkaran wekî agahîyeke pir baş dinirxîne. Ew, dibêje, “dema ferkirina Kurdbûnê feraseta sûcdarbûnê derxe holê, ev yek li vî welatî dibe sedema hatina talûkeyan.”

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES), Çetîn Erdolu, li ser dadgehkirina xwendekaran dîyar dike ku xwendekar têne darizandin ku karê bijîşkîyê bi dest nexin.

Parlamenterê Stenbolê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP), Sezgîn Tanrikulu jî destnîşan dike ku bi vê dozê re li ser navê hiqûq û demokrasîyê rewşeke pir xeter derketîye holê.

Hêjayî gotinê ye piranîya xwendekarên bijîşkîyê yên ku bi endamtîya KCK’ê têne darizandin, ji bajarên Kurd yên Tirkîyê ne ku bi serkeftineke mezin mafê xwendina di Fakulteyên Tib’ê dest xistine.

ST_12_06_12
ST_12_06_12i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
22.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.