Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu dibêje, hemî cure tevlîbûna hêzên Kurdî di danûstandinên aştî yên Sûrîyê de wê xeter be û hewla bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî pûç bike.
Cavusoglu ji rojnamevan re got ku Tirkîye, hêzên Kurdên Sûrîyê wek `terorîst' dibîne.
Hêjayî balkişandinê ye Amerîka û welatên din yên Rojava, di şerê dijê DAIŞê de piştgirî didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rûsya jî dixwaze ku Kurd di danûstandinan de cîh bigirin.
Cavusoglu ew gotinên xwe çend demjimêr berî axaftina nûnerê taybet Staffan de Mistura li Cenevre kirin ku li ber e derheqa amadekarîyên danûstandinan bi rojnamevan re re bipeyîve.
Însîyatîfa de Mistura dike armanc ku dawî li şerê navxweyî yê 5 salan bîne, ku pirtir ji 250,000 kes tê de hatibûn kuştin.
Çavdêr dibêjin, îhtîmala derengmayîna danûstandinên aştîyê, jiber navê kesên vexwandî xurtir bûye û daxuyanîya Tirkîyê jî hewleke nû ye ku rê li ber Kurdên Sûrîyê bigire.