Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Daxwaza Civîneke Awarte ji NATO Dike


Tirkîyê bang li NATO kir ku bo gotûbêjkirina xemên ewlehîya wî welatî, civîneke awarte pêk bîne.

NATO dibêje, Enqerê ew daxwaz piştî êrîşên terorîstî yên zêdebûyî li ser axa wê.

Ew çend roj in Tirkîyê êrîşên esmanî li DAIŞ li Sûrîyê û PKK li Îraqê dike, lê piranî li armancên PKK yên li Herêma Kurdistanê dixe.

Kurd li Tirkîyê di xemê de ne ku bi wan êrîşên ser PKK, pêvajoya aştîyê li Tirkîyê bi dawî tê. Berdevkekî PKK do gotibû ku bi wan êrîşên dijî wan, ew pevyajo êdî bê mane bûye.

XS
SM
MD
LG