Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Turîstên Rûsî ku Diçin Tirkîyê Kêmtir Bûye


Turîstên Rûsî
Turîstên Rûsî

Tirkîye dide zanîn ku hejmara tutîstên Rûsî ku çûne wî welatî bi awayekî berbiçav kêm bûye, piştî ku Tirkîyê firokeke Rûsî li ser tixubê Sûrîyê gêr kiribû.

Wezareta Turîzmê ya Tirkîyê di raporta nû de eşkere dike ku meha borî 25,485 kes ji Rûsya hatine Tirkîyê û ew hejmar ji agahîyên sala çûyî 46.9 ji sedê kêmtir e.

Peywendîyên her du alîyan di qonaxeke aloz de derbaz dibe, piştî bûyera xistina firoka Rûsî ya di 24ê Mijdarê de.

Piştî bûyerê, Moskow hişyarî dabû hemwelatîyên xwe serdana Tirkîyê nekin û ferman dabû kompanîyên Rûsî ku nema peywendî bi şîrketên Tirkî bikin.

Hêjayî balkişandinê ye, gerokên Rûsî jibo turîzma Tirkîyê pir girîng in û hindikbûna hejmara wan bandorên xirab li ser aborîya Tirkîyê dike.

XS
SM
MD
LG