Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Di Programa Perwerdekirina Serhildayên Sûrî de Guhertin Çêbin


Şervanên YPG
Şervanên YPG

Ajansa AP ji zarê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter radigihîne ku Amerîka wê îro Înê guherinên di nav programa perwerdekirina serhildayên Sûrî de ji bîragiştî re eşkere bike.

“Amerîka dixwaze giranîya xwe bide hevkarîya hêzên bi bandor yên wek Kurdan û komên din li Sûrîyê,” Carter di civîneke ragihandinê de li Londonê got.

Carter di axaftina xwe de pesna hevkarîya bi YPG re da û got ku ewê bi berdewamî ligel hêzên wiha karîger bixebitin.

“Karê ku Amerîka bi Kurdan re kiriye, mînakeke baş ya hevkarîya karîger e, bi hêzên ser erdê ku xwedîyê kanîn û zanînên xurt in.”

Karbidestên Amerîkî berê jî gotibû ku programa perwerde û çekkirina serhildayan dijî DAIŞê têk çûye û ewê êdî girîngîya xwe bidin piştgirîdana hêzên Kurd û hevlabendên wan yên Ereb.

XS
SM
MD
LG