Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Xebata Me ya Planeke Dijî DAÎŞ Didome


Qesra Spî dibêje, birastî planeke wan ya dijî DAÎŞ heye, tevî ku Serok Obama do êvarê gotibû ku stratejîyeke wan ya zelal tuneye.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest îro Înê got, hîn karê wan didome ku biryar bidin rêbaza herî baş çi ye ku şerê DAÎŞ bikin.

Earnest li ser biryara Brîtanya ya bilindkirina asta terorê jî got, ew rewşa wê derê ji nêzîk ve dişopînin, lê niha hewce nabînin ku ew jî asta heyî bilindtir bikin.

Earnest got, karbidestên Amerîkî li ser gefa terorê, bi hevtayên xwe yên Britanî re di danûstandinê de ne.

“Em bi xwe jî hember kiryarên mîlîtanên bîyanî di hişyarî de ne ku niha li Sûrîye û Îraqê ligel DAÎŞ şer dikin û dikarin vegerin Amerîka.”

XS
SM
MD
LG