Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl Ser Operasyonên Dawî Agahîyên Girîng Dide


Şervanên YPG
Şervanên YPG

Di vê hevpeyvîna taybet de, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li ser operasyonên dawî li herêma Serêkanîyê û Til Temir agahîyên girîng dide.

Birêz Xelîl dibêje, di operasyonên dawî de bajarokê Alîya û 25 gundên nû ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin.

"Alîya cîhekî stratejîk e jiber ku rêya navnetewî ya ji Helebê dihere Hesekê ji wê derê derbaz dibe. Me darbeyeke mezin da rêxistina terorîst ya DAIŞ."

Xelîl dîyar dike ku heta DAIŞ û xeterîyên din li ser axa Rojava hebin, ewê şerê xwe bê navber bidomînin.

Berirsê YPG'ê dide zanîn ku koalîsyona navnetewî ua bi rêbertîya Amerîka jî bi awayekî aktîf piştgirî dide operasyonan wan.

"Wekî ku li Til Hemîs û Til Barak çêbû, di operasyonên Alîya de jî piştgirîya xurt ya koalîsyonê jibo me heye. Ev hevkarîya heyî dibe alîkar ku em zîyanên mezin li DAIŞ'ê din."

Rêdûr_Xelîl_5_15_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:36 0:00

XS
SM
MD
LG