În, 25 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 05:03

Tirkîye

Parlemana Tirkîyê Qanûna Parastina bi Zimanê Dayikê Qebûl Kir

x
Stenbol/ Li Parlemana Tirkîyê ev du roj in ku gotûbêj li ser bernivîsa guhertina qanûna parastina bi zimanê dayikê li dadgehan û hin guherînên qanûnî derbarê înfaza girtîyan de têne kirin.

Madeya Parastina bi Zimanê Dayikê li Dadgehan li parlemanê hate qebûl kirin. Dema ev qanûn derbaz bibe, kesê ku tê dadgeh kirin wê karibe li ser daxwaza xwe parastina xwe ya devkî bi zimanekî din anku bi zimanê dayikê bike.

Lê, di heman demê de, bersûc neçar e ji nav lîsteya ku komîsyona dadê ya bajaran dîyar kirîye, weergerekî jixwe re bibijêre ku pereyê tercuman jî ew dide.

Gotûbêjên parlemanê yên li ser madeya parastina bi zimanê dayikê bûn sedema nîqaşên giran ku gihîştin asta pevçûnê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî,  ji Dengê Amerîka re dibêje, piştî avêtina vê gavê, hîn ne dîyar e ku ev qanûn li dadgehan bi çi awayî dikeve merîyetê.

Ew dide zanîn, ti sazîyeke dewletê jibo peydakirina tercumanan û alîkarîya pisporên zimanê Kurdî daxwaz ji enstîtuya wan nekirîye.

Rêvebirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Parêzer Rûşen Aslan jî qanûna parastina zimanê dayikê ji hêla hiqûqî ve bi kêmasî dinirxîne.

Birêz Aslan ji Dengê Amerîka re dibêje, ev qanûn bi taybetî li dijî Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ye ku meseleya standina pereyê werger jî derbeyek e jibo mafê parastinê.
ST_1_24_13
ST_1_24_13i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
24.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.