Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hejmaran Hilbijartinên Giştî li Tirkîyeyê


Di mîtînga yekê ya BDP'ê de bi deh hezaran piştevan kom bûne. Dîyarbekir, Şemî, 14 Gulan 2011
Di mîtînga yekê ya BDP'ê de bi deh hezaran piştevan kom bûne. Dîyarbekir, Şemî, 14 Gulan 2011

Hilbijartinên giştî yên li Tirkîyê, li 12ê Hezîranê anku roja Yekşemê têne kirin.

Hilbijerên li Tîrkîyeyê bo cara 17’ê jibo hilbiijartina parlamenterên nû diçine ser sindoqan.

Berîya referandumê 2010’an, hilbijartinên giştî her pênc salan, carek dihate kirin, lê bi erêkirina referandumê, êdî hilbijartin her çar salan carek tê kirin.

Jibo Hilbijartinên Giştî yên 12ê Hezîranê , 50 milyon û 189 hezar û 930 hemwelatî dê deng bidin.

Li 85 xalên dengdanê, li 199 hezar û 207 sindoqan, 7 hezar û 492 berbijarên ji 15 partîyên sîyasî û 203 namzedên serbixwe, dê bi giştî 7 hezar û 695 namzed jibo ku bibin parlamenter dikevin pêşbazîya hilbijartinê.

Herî dawî 22 Tîrmha 2007’an de gera 23’ê hilbijartinên giştî pêk hatîn. Di vê hilbijartinê da jibo 550 kursîyên parlamenterîyê, 14 partîyên sîyasî û 699 namzedên serbixwe beşdar bûn.

Di hilbijartina 2007’an de, hejmara hilbîjêran 42 milyon û 799 hezar û 303 bûn, lê ji vê hejmarê 36 milyon û 056 hezar û 293 kes deng dan.

Hemwelatîyên Tirkîyeyê bi giştî li ser 158 bin 700 sindoqan dengê xwe dan, lê li gorî qeydeyên fermî, dengê 35 milyon û 049 hezar û 691 kesan hatin qebûl kirin.

Di hilbijartina 2007’an de Partîya Dad û Pêşvebrinê (AKP) ji % 46.58 dengên giştî stend ku ev, bi hejmar, tekabûlî 16 milyon û 327 hezar û 291 dengan dikir.

Partîya Dad û Pêşvebirinê bi van dengan, li parlamentoyê bû xwedîyê 341 kursîyan û AKP bi serokatîya Recep Tayîp Erdogan, cara duyê li Tirkîyeyê hate ser desthilatê.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî, bi serokatîya Deniz Baykal, 7 milyon û 317 hezar û 808 deng stendin. Ev deng tekabulî % 20.87 rêjeya dengên giştî dikir. CHP bi van dengan 112 parlamteran hat temsîl kirin û di parlamentoyê da bû partîya opozîsyona serekî.

Partîya Gel ya Netewperwer (MHP) jî bi serokatîya Devlet Bahçelî 5 milyon û 001 hezar û 869 dengan stendin. Ev hejmar tekabulî % 14.27 rêjeya dengên giştî dikir û MHP bi van dengan bû xwedîyê 71 kursîyan.

Li Tirkîyeyê, li pêşîya partîyên sîyasî, astengîya herî mezin, benda % 10’î ye. Yanî jibo ku partîyek di parlamentoyê da were temsîl kirin, divê ji dengên giştî bigehije rêjeya % 10’î . Jiber hindê, gelek partî bi endamên serbixwe dikevin hilbijartinan û paşê li parlamentoyê, bi 20 parlamenteran dikarin grubek ava bikin.

Di hilbijartina 2007’an de, 1 miyon û 835 hezar û 486 kes dengê xwe dan namzedên serbixwe. Ev hejmar tekabûlî % 5.23 rêjeya giştî dikir. Bi van dengan 26 namzedên serbixwe bûn parlamenter.

Partîya Kurdan, Partîya Civaka Demokratîk (DTP) jiber benda % 10’î bi namzedên serbixwe, ket hilbijartinê û 22 parlamenteran şandin meclîsê. Parlamenterên Kurd, paşê li parlamentoyê gruba Partîya Civaka Demokratîk (DTP) ava kir.

Di hilbijartinê giştî yê 2007’an de li bajarê Kurdan hejmara parlamenteran:

- Li Dîyarbekirê 6 AKP, 4 serbixwe (DTP): 10 parlamenter

- Li Hekkarê 2 AKP, 1 serbixwe (DTP): 3 parlamenter

- İgdir 1 AKP, 1 Serbixwe (DTP): 2 parlamenter

- Mêrdîn 4 AKP, 2 serbixwe (DTP): 6 parlamenter

- Mûş 2 AKP, 2 serbixwe (DTP): 4 parlamenter

- Riha 9 AKP, 1 serbixwe (DTP): 10 parlamenter

- Şirnex 2 serbixwe (DTP) 1 AKP: 3 parlamenter

- Wan 5 AKP, 2 serbixwe (DTP): 7 parlamenter

- Bedlis 3 AKP, 1 serbixwe (DTP): 4 parlamenter

- Batman 2 AKP, 2 serbixwe (DTP): 4 parlamenter

- İstanbul (herema 1) 1 serbixwe: (DTP)

- İstanbul (herema 3) 1 serbixwe: (DTP)

Partîya Civaka Demoratîk DTP, piştî ku ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hat girtin, parlamenterên Kurd, li meclîsê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) ava kir.

BDP jibo hilbijartinên 12 Hezaîranê, ji 39 bajaran, bi 61 namzedên serbixwe dikeve hilbijartinê.

XS
SM
MD
LG