Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Giştî yên li Tirkîyê Têne Kirin


Hilbijartinên Giştî yên li Tirkîyê Têne Kirin
Hilbijartinên Giştî yên li Tirkîyê Têne Kirin

Hilbijerên li Tîrkîyê bo cara 17’ê jibo hilbiijartina parlamenterên nû diçine ser sindoqan. Hilbijartinên giştî her çar salan carek têne kirin û 50 milyon û 189 hezar û 930 hemwelatî wê di van hilbijartinan dê dengê xwe bidin.

Sazîya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) radigihîne, 7 hezar û 492 berbijarên ji 15 partîyên sîyasî û 203 namzedên serbixwe, dê bi giştî 7 hezar û 695 namzed jibo 550 kursîyên parlemanê, tev li hilbijartinan dibin.

Li gorî Qanûna Partîyên Sîyasî ya Tirkîyê her partî divê % 10 dîwar an jî seda hilbijartinê derbaz ke da ku li parlamenê were temsîl kirin. Wateya vê jî ev e ku partîyeke sîyasî bi kêmî ve hewceyî 10 ji sedê hemî dengên karhatî ye ku nûnerên xwe bişîne parlemanê.

Jibo namzedên serbixwe şerta seda hilbijartinê tune ye, loma jî partîyên biçûktir neçar dibin ku ne bi navê partîyên xwe lê bi berbijarên serbixwe beştarî hilbijartinan bibin.

Partîya Kurdan, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jî wekî DTP ya berî wê, biryar da ku bi berbijarên serbixwe, di bin navê Bloka Ked, Aştî û Azadîyê pişikdarî li hilbijartinên sibehî bike. Bloka Ked, Aştî û Azadîyê jibo hilbijartinên 12 Hezîranê, ji 39 bajaran, 61 namzedên serbixwe nîşan dan.

Şîker(analîst)ên sîyasî texmîn dikin ku Bloka Ked, Aştî û Azadîyê navbêra 25 heta 35 kursîyan qezenc bike.

Şîker her wiha pêşbînî dikin ku Partîya Dad û Pêşvebrinê (AKP) di hilbijartinan de serkeftî be û bi serê xwe hikûmeta nû damezrîne.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî, bi serokê xwe yê nû Kemal Kiliçardoglu desteka xwe zêde kirîye û te çaverê kirin ku CHP li parlemana nû her wekî opozîsyona serekî bimîne.

Li ser Partîya Gel ya Netewperwer (MHP) gelek gotûbêj têne kirin ku îhtîmal e ev partî di binî dîwara hilbijartinê de bimîne.

XS
SM
MD
LG