Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Malbatên Daişê Yên Sûrî Ji Kampa Holê Derketin


Malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê
Malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê

Îro Çarşemê 69 malbatên Daişê yên Sûrî ji kampa Holê derketin û çûn herêmên xwe.

Geşta ku ji kampê derket ji rûniştvanên gundewarên Dêrazorê bûn.

Ebû Ezam li gel malbata xwe, ev 6 salin li kampa Holê dima, xwe amade dike ku ji kampê derkeve, wê vegere bajarokê Sosayê yê rojavayê Dêrazorê.

"Ez pêşeroja xwe bi rastî naznim wê çawa be, bi hêvî me ku rewşa me baştir bibe,"Ebû Ezam got.

Li gorî rêveberîya kampa Holê, ev geşta derketinê ya yekem e ji sala 2020an ve û ya 54an e di vê salê de.

Zarok û jinên Malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê
Zarok û jinên Malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê

Rêvebera kampa Holê Cîhan Henan ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku dê derxistina malbatên Daişê yên Sûrî û Îraqî li gorî pêvanên hevkirî bi alîyên têkel re berdewam bike.

"Di vê mehê de wê geştek din ji malbatên Daişê yên Sûrî ber bi Dêrazorê ve derkevin,"Henan got.

Li kampa Holê 43 hezar kes ji 2019an de hene, ji wan bêtirî 25 hezar Sûrî ne.

Rêveberîya xweser proja derxistina malabatên Daişê yên Sûrî ji kamap Holê ji Cotmeha 2020an ve dest pê kir.

Li gorî karbdistên Rêveberîya xweser, kesên tên derxistin bi garantîya şêxên êlên eşîran têne vegerandin bo cihên wan yên resen.

WEB ZO Syrian isis family.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00

XS
SM
MD
LG