Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 10 Salan ji Kuştina Rojnamevan Kawa Germiyanî Hevjîna Wî Daxwaza Dadmendîyê Dike


Piştî 10 salan ji kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî, hevjîna wî Şîrîn Emîn dibêje ku kujerê wî her tişt ji wan re eşkere kir û ew ji encamên lêkolînê nerazî ne û tawanbar li girtîgehê amade ye ku vegere cem dadwer û hemî belge û zanyarîyan pêşkêş bike.

"Tevî ku wî red kir ku di dema kuştina wî de kesek ligel wî hebe, lê dema me kujer li girtîgehê dît, wî ji me re got ku birayekî wî jî pê re bû û hin berpirsên payebilind ew tawan bi me dakirin.” Emîn ji Dengê Amerîka re got.

Rojnamevan Germiyanî, sernivîserê Kovara Rayel bû û ew di şeva 5'ê Kanûna 2013'ê de li ber derîyê mala bavê xwe ya li bajarê Kelarê bi guleyan hatibû kuştin.

Malbata Germiyanî yekser sedema kuştina wî bi karê wî yê rojnamevanî ve girêdabû û piştre li dadgehê gilî li ser sê kesan Twana Husên (Twana Xelîfe) û Zaxo Ehmed û herwiha fermandarê leşkerî yê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî tomar kiribû.

Di 26'ê Cotmeha 2014'ê de dadgeha Kelarê Tiwana Husên tawanbar dît û cezayê darvekirinê li wî birî û piştre jî Dadgeha Pêdeûnê (Dadgeha Îstînafê) cezayê wî daxist cezayê zîndankirin dirêjahîya jînê. Ew niha li Girtîgeha Çaksazîya Mezinan ya Silêmanîyê girtî ye.

Lê dadgehê her du bersûcên din jî "jiber nebûna delîlên pêdivî" berdan.

Piştî 10 salan ji bûyerê, malbata Germiyanî dibêje ku ew di wê bawerîyê de ne ku hemû tawanbar nehatine ceza kirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doza kuştina rojnamevan Germiyanî heta piştî 10 salan jî bi nezelalî maye û ciyê gumnaê ye.

Birayê tawanbarê ku niha zindankirî ye, piştî bûyera kuştina Germiyanî bi şêweke gumanbar li ser rêya Kelar-Kifrî hatbû kuştin ku îdia hebû ku destê wî jî di kuştina Germiyanî de hebû.

Lê, Omer Xelîfe birayê tawanbar red kir ku birayê wî yê din yê ku li ser rêya Kelar - Kifrê hatiye kuştin û got ku birayê wî yê din ji alîyê DAIŞ'ê ve hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG