Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê MHP Bahçelî li Dîyarbekirê Axifî


Serokê MHP Bahçelî li Dîyarbekirê Axifî
Serokê MHP Bahçelî li Dîyarbekirê Axifî

Piştî Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Berbijarên Bloka Ked, Aştî û Azadîyê, Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) jî li Dîyarbekirê mitinga hilbijartinê lidar xist.

Mitînga Dîyarbekir ya MHP, piştî 16 salan, cara yekê ye hate kirin. Di mitingê da piranîya wan ji rêxistina MHP, nêzîkê 2 hezar kes li Qada Îstasyonê kom bûn. Her wiha di qada mitingêda di asta herî jorin de tedbîrên ewlehîyê hatibû girtin.

Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer, Devlet Bahçelî di gotara xwe da dîyar kir li Tirkîyeyê di navbeyna tu kes, netew û bawerîyan de firqîyet tuneye, her kes wek hev in.

Devlet Bahçelî jibo Diyarbekirîyan got “hun endamên bi rûmet ên milletê Tirk in, ne Washîngton, ne Bruksel, ne jî Peşmergeyên Erbîlê qasî me ji we hez nakin û li we xwedî dernakevin”.

Serokê Giştî yê MHP îfade kir ku acizî ne tenê ya Dîyarbekirîya ne û got” ger mafê perwerdeya zimanê dayikê di qanûna binhegîn de were cîhkirin, dê qey zikê we pê têr bibe? “

Bahçelî got “hurmeta me jibo zimanê dayikê heye lê meseleyên me hemûyan bêkarî û hêjarî ye. “

Serokê MHP Devlet Bahçelî îddîa kir ku, PKK ji alîyên hêzên dewletên derve tê bikar anîn. Bahçelî got “armanac wan ew e ku me berî hevdû bidin û welatê me perçe bikin. Ewê qet nikaribin ku welatê me perçe bikin.

XS
SM
MD
LG