Çar roj mane ku hilbijartinên giştî li Tirkîyê pêk werin. Partîyên sîyasî û berbijarên servbixwe ji di vê hefteyê de mîting û kombûnên xwe yên girseyî didomînin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Abdulrahman Gok, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) yê Wanê qala amadekarîyên hilbijartinê li wî bajarî dike.
Birêz Gok dibêje, berbijarên Bloka Ked, Aştî û Azadîyê di rewşeke baş de ne û îhtîmaleke mezin e, her 4 namzed jî wekî parlamenter werine hilbijartin.
Abdulrahman Gok dibêje, pêşbînîya wî ev e ku AKP jî 4 kursîyên mayîn destve bîne.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.