Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîtîngên Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê Pêk Hatin


Mîtîngên Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê Pêk Hatin
Mîtîngên Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê Pêk Hatin

Roja Şemîyê li Dîyarbekir, Mêrdîn, Entab û Dersîmê mitingên hilbjartinê yên berbijarên Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê hatin lidar xistin. Mîtînga Dîyarbekirê li Qada Îstasyonê bû û nêzikî sed hezar kes li qadê kom bûn.

Hevseroka BDP’ê Filiz Koçali di destpêka mitingêda axivî û got, di qanûna bingehîn ya nû da divê modela Xweserîya Demokratîk were bicîh kirin. Ger xweserî neyê qebûl kirin, Tirkîye dê bibe du perçe û rojhilata Tirkîyeyê dê bibe Kurdîstana Xweser ya Demoratîk

Namzedê Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê yê Dîyarbekirê Şerafettîn Elçî di mitînga bang li Serokwezîrê Tirkîyeyê kir û got “heta ku hun şîretan li Mubarek û Esad dikin, guh bidin dengê gelê Kurd û daxwazên wan bibîhisin. Di çarçeweya meşrûbûna navnetewî de em mafên xwe dixwazin. Bila Kurd li cografyaya xwe bi ziman û nasnameya xwe îdareya xwe ya xweser ava bikin.

Di mitingê da Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel axivî û bal kişand li ser girîngîya Konferansa Kurd a Neteweyî ya ku dê ji bo yekîtîya Kurdan pêk bê. Bozyel destnîşan kir ku ew piştgirîya Bloka Ked Demokrasî û Azadîyê dikin û ji ber vê yekê xwe, ji hilbijartinan vekişandine.

Hevserokê BDP’ê Hamît Geylanî jî di gotara xwe da destnîşan kir ku serokwezîr jibo Kurdan gotiye ku Kurdan Abdullah Ocalan pêxember îlan kiriye. Hamit Geylanî got “Apo ne pêxember e, lê serokê gelê Kurd e.”

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG