Hefteyek maye ku hilbijartinên giştî li Tirkîyê werine kirin. Partîyên sîyasî ji di vê dawîya hefteyê de mîting û kombûnên xwe yên girseyî yên li Stenbolê pêk anîn.
Piştî Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî roja Şemîyê û Yekşemê li Stenbolê axîfîn.
Berbijarê Bloka Ked, Aştî û Azadîyê Sirri Sureyya Onder jî do Yekşemê îro li Stenbole ji girseyeke mezin re axaftinek kir.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê rojnameya Taraf û malpera Netkurd'ê Alî Fîkrî Işik amadekarîyên hilbijartinê li Stenbolê dinirxîne.
Birêz Işik dibêje, li nav Stenbolîyan heyecaneke berbiçav tune ye jiber ku her kes hevbîr e ku Partîya Dad û Pêşvebirinê serkeftî be.
Alî Fîkrî Işik balê dikşîne ku xebatên Bloka Ked, Aştî û Azadîyê ji partrîyên din baştir û coştir didomin û berbijarê wê blokê, Siri Sureyya Onder rengekî bedew anîye hibijartinan.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.