Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Namzeda AKP Beyaz: Tirk Daxwazên Kurdan Tenagehijin


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga Dîyarbekirê de silav dide girseyê.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga Dîyarbekirê de silav dide girseyê.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo hilbijartina 12 Hezîranê bi giştî 78 jinan namzed nîşan da. Her wiha di nav 11 namzedên AKP yên Dîyarbekirê de 3 jin hene. Mine Lok Beyaz, 3’emin namzeda Partîya Dad û Pêşvebirinê ya Dîyarbekirê ye.

Namzeda Dîyarbekirê dibêje, dewletê bi salan li ser Kurdan polîtîqayên, înkar red û asîmîlasyonê pêk anîye. Namzeda AKP dide zanîn ku heman polîtîqa li ser Dîyarbekirê jî hatine ferz kirin. Her wiha îmaja Kurdan, yên Dîyarbekirîyan li bajarên rojavayê Tirkîyeyê xweş nedihat dîtin û Kurd nedihatin qebûl kirin.

Namzeda AKP Beyaz: Tirk Daxwazên Kurdan Tenagehijin
Namzeda AKP Beyaz: Tirk Daxwazên Kurdan Tenagehijin

Mine Lok Beyaz jibo pirsa Kurd jî dibêje “çawa ku pirsgirêka jinan, meseleyeka ser sîyasetê ye, pirsgirêka Kurd jî wusa ye. Ev mesele, tenê bi sîyasetê çareser nabe, divê hemî Tirkîye li çareserkirina vê meselê xwedî derkeve.”

Namzeda AKP dibêje li rojavayê Tirkîyeyê tênagîjin ku Kurd û herêmê Kurdan çi dixwazin. Kêmatîyên dewletan jî çêdibin û dewleta me jî xeletîyan kir, lê bi rêberîya Serokwezîr Erdogan, di nav heşt salan de gelek gav hatin avêtin û em di ser van xetayan de çûn”

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG