Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê Projeyên Nû Jibo Dîyarbekirê Radigîhîne


Serokwezîrê Tirkiyê Projeyên Nû Jibo Dîyarbekirê Radigîhîne
Serokwezîrê Tirkiyê Projeyên Nû Jibo Dîyarbekirê Radigîhîne

Serokwezîrê Tirkîyê projeyên nû ragihandine bo bajarê herî mezinê Kurdên wî welatî, di nav bizavekê de ku wek hewla bi destanîna piştgîriya Kurdan tê dîtin.

Di axiftina xwe ya roja Çarşemê li Stenbolê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan pilanên xwe bo berfirehkirina aborî û pêşvebirina civakî li bajarê Dîyarbekir li başûra rojhilata welatî ragihand. Di nav wan projeyan de nûjenkirina bajarê dîrokî, firîngeheke nû, bendavek, stadyuma futbolê û nexweşxane jî cîh digirin.

Rêzdar Erdogan li sala 2009'ê hewlek destpê kir jibo mafên zêdetir bo Kurdan, di nav de damezrandina kanalek televizyonî ya bi zimanê Kurdî û xwendina Kurdî li xwendingehan jî hene. Lê, partîyên Kurdan reformên siyasî û otonomî dixwazin.

Ji alîyekî din ve, roja Çarşemê polîsên Tirkîyê 18 kes girtin, bi gumana hindê pilan dikirin êrîşê biken ser kombûneke hilbijartinan ku ji alîyê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ve, li Duşemê were li Dîyarbekirê hatiye plan kirin.

Pirsnameyên giştî nîşan didin ku partîya desthiltdar ya rêzdar Erdogan, AKP, li bere bo gera sêyê li desthilatê bimîne

XS
SM
MD
LG