Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandinên jibo Piştgirîya Serok Morsî li Qahîre Pêk Tên


Bi hezaran piştevanên Serokê Misirê Mihemed Morsî ji derveyî Zanîngeha Qahîre xwepêşandinekê pêk tînin.

Tevgera Birayên Misilman anku, Îxwan el Muslimîn banga xwepêşandinan roja Şemîyê li seranserê Misirê kir, jibo piştgirîya birêz Morsî û bernivîseke destûrê ku amade ye jibo referandumeke netewî.

Li heman demê, bi hezaranên xwenîşander protestoyên xwe bo roja nehê li Meydana Tehrîr ya Qahîre berdewam dikin, li dijî serok û bernivîsa destûrê.

Dadgehên dewletê jî roja Înîyê tevlî grêvekê bûbûn ku ji alîyê endamên dadwerîya niştimanî pêk hat, wekî protesto dijî fermanekê ku desthilatên awarte dide Serok Morsî. Dadwerên dadgehên dewletê sekinandina kar ragihandin û daxwaz ji Serok Morsî kirin ku ji fermana xwe vegere, fermana ku wî di ser şaştîyên dadwerî re datîne.

Birêz Morsî şerek ligel dadwerên Misirê peyda kirye, ku piranîya wan rikberên Îxwan el Muslimîn in. Grupa Îslamî piranîyê li parlemana Misirê pêk tine. Serokê Misirê Morsî bixwe endamekê berê yê tevgera Îxwan el Musilmîn e ku rojekê ji rojan li Misirê qedexe bû.
XS
SM
MD
LG