Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Amerîka Frotina Çekan Rawestîne Emê Bersivê Bidîn


Wezîrê derve yê Tirkîyê Mevut Çavuşoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Yekşemê ragihand û got, Enqere dê bersivê bide dema Amerîka qanûna ne firotina çekan ya Tirkiyê biryar bide.

Endamên civata nûnerên Amerîkî roja Înê hurgiliyên proje yasaya siyaseta berevaniyê ya salane ku bihayê wê 717 Mîlyar dolar in gotûbêj kir, di proje yasaya civatê de tê gotin ku, firotina çekan ya Tirkiyê bi şêweke demkî rawestînin.

Di hevpeyvîna di kenalê CNN Tirk de, Mevlut Çavuşoglu dibêje, pêşniyara proje yasa ya Amerîkî li dij Tirkiyê, xelete û ne di cî de ye, karek weha ne di astê hevpeymaniya NATO de ye.

Çavuşoglu herwiha got"eger Amerîka ambargoyê liser me ferz bike û biryarek weha bide, helbet Tirkiyê jî dê bersiva xwe hebe".

Li hember proje yasaya berevaniyê ya civata Amerîkî hêjî çendîn pêngav mane ku bibe qanûn, divê wezareta berevaniyê "Pentagon" raporekê bişîne kongresê, tê de asta têkiliyên Amerîka û Tirkiyê binirxîne, dema proje yasa hat erê kirin dê firotina hemû çekên giran bo Tirkiyê ête rawestandin.

Tirkiyê li bere zêdetirî 100 firokên F-35 ji Amerîka bikire, herwiha dixwaze mûşekên patriot ji bikire.

Tirkiyê li meha 12an ya sala bûrî peymana kirîna mûşekên S-400 yên erd-esmanî li gel Rûsya îmze kir bû, hevpeymanên NATO yên rojavayî ji vê pêngava Tirkiyê dilgiran bûne û naxwazin Tirkiye xwe gelek nêzîkî Rûsya bike ya ku hewil dide hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn bihêz bike.

Berpirsên NATO dixwazin bi danana hin sizayan Tirkiyê hişyar bikin ku ewqas nêzî Rûsya nebe, lê Çavûçoglu dibêje, çek kirîn û têkiliyên bi Rûsya re ne alternatîva têkiliyên wê yên bi welatên Rojava re ye, Çavûçoglu got, Amerîka dixwaze rê li hember liv û hewildanên Tirkiyê bigire.

XS
SM
MD
LG