Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwegîhandin

Xala 508

Xala 508

Xwegîhandin

Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (United States Agency for Global Media) pêgir e ku kesên astengber yên endamên civakê û karmendên federalî bi hêsanî bikanibin xwe bigehînin malperên me.

Jibo cîhanîna vê sozê, emê pêbendî bi pêdivîyên Xala 508 ya Qanûna Rehabîlîtasyonê (Rehabilitation Act) dikin ku ew jî misoger dike hemî kesên astengber yên endamên civaka giştî ku dixwazin xwe bigehînin xizmetên me û agahîyên ku em pêşkêş dikin bê ferq û cudahî bi kar bînin, bi heman awayê ku kesên ne astengber xizmetê ji me werdigirin , bi şerta ku ew yek barekî zêdetir li ser me çêneke.

Xala 508 herwiha ji me dixwaze ku em misoger bikin dikin ku hemî kesên astengber yên karmendên federalî ku dixwazin xwe bigehînin xizmetên me û agahîyên ku em pêşkêş dikin bê ferq û cudahî bi kar bînin, bi heman awayê ku karmendên federalî yên ne astengber xizmetê ji me werdigirin , bi şerta ku ew yek barekî zêdetir li ser me çêneke.

Ger formata her materyaleke nav malpera me, jiber pirsgirêkeke ku wek di çarçoveya Qanûna Rehabîlîtasyonê de hatiye danîn, dijwarî ji we re derxîne ku hun bikanibin xwe bigehînin agahdarîyên me, kerema xwe jibo alîkarîyê bi me re peywendî bikin.

Jibo ku em bikanibin bi awayekî herî karîger alîkarîya we bikin, kerema xwe zelal bikin ku pirsgirêk çi ye û hun bi çi rengî dixwazin hun wan materyalan wergirin, navnîşana webê (URL) materyala ku hun dijwarî dikşînin çi ye û em emê çito bikanibin bi we re têkevin têkîlîyê.

Prosedurên Rêvebirina Gilîyên Girêdayî Xala 508

Guhertinên ku Xala 508 ya Qanûna Rehabîlîtasyonê ya 1973, 29 U.S.C. 794d, ku di 2001 de ketê jîyanê, garantî dike ku her sazîyeke federalî teknolojîya enformasyonî û elektronîkî ku çêdike, werdigire û bi rê ve dibe, divê xizmetên xwe li gor hewcedarîyên karmendên federalî, serlêderên karên federalî û endamên astengber yên civaka giştî amade berdest bike. Xala 508 pêkan dike ku kesên astengber bikanibin hember sazîyên fermî gilîyên îdarî û kiryarên sîvîl bikin ku ew jî bi têkçûn û karnekirina teknolojîya heyî sînordar e.

Ev qanûn ji sazîyên federalî dixwaze ku gilîyên derbarê Xala 508 wek prosedurên ki di Xala 504 de têne kirin, bimeşînin.

Ger hun endamê civaka giştî bin, yan karmend yan jî serlêderê/a kar yê/a Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî ku xwedîyê astengîye anku kêmendam in û bi sedema nepêbendîbûna bi Xala 508 ya Qanûna Rehabîlîtasyonê, dixwazin dijî ajansê gilîyekê tomar bikin, divê di nav 180 rojan de gilînameyeke nivîskî ya îmzakirî ji navnîşana jêrîn re bişînin:

Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (USAGM)
Dengê Amerîka (VOA)
Karbidesta Serekî yê Enformasyonê (OCIO)

ATTN: VOA Rêvebirîya Programa Xala 508

330 Independence Ave SW
Washington, D.C. 20223

Divê di gilîya xwe de hûrgilîyên rêkûpêk yên derbarê têkçûn û karnekirina teknolojîya heyî ya di çarçoveya Xala 508 de hebe da ku Ofîsa Derfetên Wekhev (Office of Equal Opportunit) bikanine fem bike çi, li ku û çawa qewimî û ger hebe û tê zanîn ku berpirsîyên USAGM çi ne.

Ofîsa Mafên Sîvîl ya USAGM dê vekolîna gilîyên derbarê Xala 508 ya Qanûna Rehabîlîtasyonê ya 1973 bike û prosesa van gilîyan bi rê ve bibe. Kesên astengber dikanin gilîyeke îdarî bi Ofîsa Derfetên Wekhev ya USAGM vekin û ser hemî teknolojîya agahî û komunîkasyonê (ICT) yên wek malperên bin navê USAGM û belgeyên ku ne, li gor standardên Xala 508 in, daxwaza pêdaçûn û çavgerandinê bikin.

Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî dê vekolîna gilîya we bike û hewil bide ku çareserî bibîne. Ger ti çareserî neyî dîtin, hîngê nameyekê ji we re were şandin ku encama vekolînê çi ye. Ger hun bî wê encama wê nameyê hevbîr nebin, hunê derheqa bijareya prosedurê îtîraza îdarî werin agahdar kirin. Ger hun dijî nameya encamê îtîrazê bikin, wê çaxê USAGM ser tevahîya dosya wê dê biryareke dawîn bide. Ew biryar wê dîtinên vekolînê, kiryarên çareserîyê û ger hebin sedemên biryarê eşkere bike.

Awayê Alternatîf ya Gilîvekirinê: Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî wê jibo xwedan gilîyên ku di pêkanîna peyvajoya gilîvekirinê de pêdivîya alîkarîyê ne, piştgirîya guncaw peyda bike û gilîyên ku bi awayên alternatîf werin pêşkêş kirin jî wê bipejirîne.

Wek mînak, gilîarek dikane bi awayê elektronîk, bi rêka kaseta dengî, bi metoda Braille yan bi awayekî din gilîya xwe raberî me bike. Gilîyên elektronîlk divê ji section508@voanews.com re werin şandin.

XS
SM
MD
LG