Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Sêşemê li Duha ku beşdarî konferansekê bûye got, Serokê Amerîka Donald Trump di hilcivîna koma welatên G20 de li Arjantîn ji serokê Tirkiyê R. T. Erdogan re gotiye ku ew kar dikin daku Gulen radestî Tirkiyê bikin.
Tirkiye kesatiyê older Fethullah Gulen, ku niha li Amerîka dijî weke berpirsê hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî dibîne ku 15 Tîrmeha sala 2016an li Tirkiyê pêkhat bû.
Gulen kesê herî nêzîk û hevakrê serokê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû, Gulen red dike ku destê wî li gel derbeya leşkerî ya neserkeftî hebe.
Erdogan rojên burî dabû zanîn ku ewê dest bi tevgereke nû bikin li dij alîgirên Gulen û çavkaniyên wan yên aborî li derveyî welat.
Li aliyekî din, ajansa Reuters dide zanîn ku di heman konferansê de Mevlut Çavuşoglu gotiye, ew amadene bi Beşar Asad re kar bikin, dema ku di hilbijartinên demokratîk de biserkeve, herwiha Çavuşoglu da zanîn ku weha dibînin serokê Amerîka Donald Trump dixwaze hêzên wan ji Sûriyê derkevin.