Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînan Çîftyurek: Erdogan li Sûrîyê Berê Xwe Dîsa Dide Esad


Erdogan û Esad li Helebê (2017)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin berî çend rojan bi rojeva Îdlibê, li Moskowê civîbûn û rêketinek îmza kiribûn.

Pispor û sîyasetvanên opozîsyona Tirkîyê dîyar dikin ku bi vê rêketinê Tirkîyê tiştên daxwaz dikir dest nexistiye û ew ne rêketineke demdirêj e.

Serokê Giştî yê Partîya Komunîst ya Kurdistanê, Sînan Çîftyurek jî bawer dike ku di encama wê rêketinê de Kurd dikarin zararên mezin bibinin.

“Erdogan hîn li Moskovê ji Lavrov pirs kir ku bi Esad re hevdîtin pêk hatiye yan ne?’ Wî dixwest ku bi Esad re hevdîtin pêk were. Esad jî bi heman demê de got ku li Sûrîyê pirsgirêka Kurd tuneye û peyama hevkarîya dijî Kurdan ji Erdogan re şand. Encama herî girîng ya vê rêketinê ew e ku Tirkîyê careke din berê xwe da Esad.”

Çîftyurek bal dikşîne ser girîngîya yekîtîya Kurdan û dibêje ku ger Kurd yekîtîya xwe pêk bînin, ew dikarin xeterîyên dijî xwe vegerînin derfetan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG