Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arteşa Çînê Dibêje Ew Keştiya Cengê Ya Amerîka li Dertenga Taywan Dişopînin


Keştiya Şer ya Amerîkî USS John S. McCain li Dertenga Taywan 2020ê.
Keştiya Şer ya Amerîkî USS John S. McCain li Dertenga Taywan 2020ê.

PEKÎN, 7 Nîsan (Reuters). Peyvdarê leşkerê Çînê roja Çarşemê ragihand ku hêzên çekdar yên Çînê keştiya şer ya Amerîka ya ku ketiye ava herêmî li Taywanê çavdêrî dikin û wê di şopînin.

Lê hêzên deryayî yên Amerîkî dibêjin, keştiya USS John S. McCain ya ji navbirina mûşekan derbazbûnek "Rûtînî" pêkanî ye, li dertenga Taywanê.

Ev cara sêyemîne ku keştiya Amerîkî ya wêrankara mûşekan di ava deryayî ya di navbera Çîn û Taywanê de derbaz dibe.

Fîloya(Istol) a 7emîn ya Amerîka di daxuyaniyeke li ser înternêtê weşandî, roja Çarşemê ragihandiye ku derbazbûna USS John S. McCain derbazbûnek asyaiye û got "Ew derbazbûnek rûtîniye li dertenga taywan." Daxuyanî herwiha dibêje "Amerîka bi zelalî dê berdewam bibe li ser pêgiriya xwe jibo ku avên okyanosa Hindî- Pasafîk vekirî û azad bimînin", herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku "leşkerê Amerîka dê firîn û gemîvaniyê encamp bide, li her ciyekî ku qanûnan navnetewî rê died".

XS
SM
MD
LG